FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Zorê-zorê tiliya xwe qûna qetlê ra dikin

26 Tîrmeh 2010 Duþem Saat 21:22

Aslîka Qadir

« Zorê-zorê tiliya xwe qûna qetlê ra dikin »

(dîsa ser mesela komkujiya ermeniya)

   Dr. Naci Kutlay dinivîse, « kurd jî sûcdarin, em gere ji dîrokê û ermeniyan bexþandinê bixwazin.Dewletê kurd dane xebatê, bi me dane kirinê, nabe sebeb ».

Gelo kengê ev psîkolojya  qûltiyê ji nav xwîna kurdan derê? Kurd bi vî aqilî bûne, lema jî  heta niha negîhiþtine tiþtekî û eger ha bimeþe, ne jî  wê bikaribin du kevira daynin ser hev. Xazila di wan salan da Dr. Kutlay jî di nav wan kurdan da bûya û me bidîta, ka wê çi bikira? Welleh, wê «qula miþka bi hezar tûmanî dest nexista». Ça ew kirin misilman, wê ûsa jî ev kar pê bidana kirinê. Birêz  Dr. komkujiya  sed sal berê qewimiye divîne, lê ya ku ber çavê wî tê kirin, navîne. Bese, bese, çi kula we ermeniya ketiye. Welatê wan heye, feqîrno, ya we çi heye? Yek hebe halê weda bigirî. Ji bo bindestiya miletê xwe binivîsin, eger hûn haqa hûman û qehremanin, ya kurd mirîþkin ji bo we?

Yeke, eger em xwe ber nigê ermeniya da þerjêkin jî, ber çavê wan nayê. Badilhewa xwe sûk û selîm (sivik) nekin.

   Têmûrê Xelîl jî dinivîse, « Hinek begên kurdan, bi helandaîna tirkan, milet  rakirine dijî ermeniyan ». Hewar, hela werin vê ecêbê binhêrin.Dêmek miletê kurd  rabûye dijî ermeniya. Kerema xwe, ji serê xwe der tiþta nevêjin û nenivîsînin.Dilê T.Xelîl ser êzîdîyan diêþe…? Baþ dibû ser rewþa êzîdiyên  Ermenîstanê çend gotin binivîsiya (dibe cîkî din  nivîsî be, nizanim), û bigota ka sebebê derketina wî, yê rastî, ji Ermenistanê çi bû?.

   Ez fikira Dr.Ebdûlbasît Seyda  rast dibînim ku dibêje, « Hin ji kurdan bi xwe wê meselê baþ ji hev dernaxin û pir þaþ diçin, dixwazin însanetiya xwe bidin xuyakirin, lê xwe sûcdar dibînin û dixwazin kurdan jî wek milet bi qirkirina  ermaniyan gunehkar bikin ».

    Hela yek hebe ji Gulan Avciyê  bipirse, kê heq daye te ser navê miletê kurd pêþda bêy? Û ça birêz  Ibrahim Guçlu dinivîse, «Avciyê kurd û bav-dê pîrên xwe di pirsa qirkirina ermeniyan da, bi awayekî vûlgarî û bê ûjdanî, tewanbar kir ». Ez  dibêjim Gulan Avciyê gere bê mehkemekirin. Ji bo Avciyê eva barekî girane, gerek hilnede ser xwe, ya eger na, fitiqa wêyê derkeve .Ya din jî, ev mesele, mesela dîrokzana ye. Kesên ku ne pisporê vê pirsgirêkê ne, ne kompêtêntin ,

Kerema xwe «mînanî kevçiyên bê poçik» serê xwe nekin her cî . Eger kurd nebûna ew çend ermenî jî xilas nedibûn û bi saya serê rûsan jî dewlet xwe ra çê nedikirin. Min þaþ  fam nekin, ez navêjim fikrê xwe neynin zimên, naxêr, gotina min ewe, ku  em bi awayekî ûsa nêzîkî vê pirsê bin ku him xwe rezîl nekin û miletê kurd jî neherimînin . Di wextê xwe da rojnameyeke avropî nivîsîye, «Pêwendiyên germ, ên ermenî –kurd  tirkan rehet nahêle». »Ber ku tirk ji derva hatibûn, lê kurd û ermenî bineliyên van erdan bûn. Bi qurnan bi hev ra jiyane, eynî av vexwarine, þîn û þaiyên hev bûne. Tirsa tirkan ew bû, ku ewê bibin qewateke mezin dijî  Tirkiyê. Hêdî-hêdî fikrek pêþda tê-rê  li ber yekîtiya van herdu miletan gerek  bê girtin. Pêwiste yek ji wan an erdê Tîrkiyê terk bike, yan jî bê qirkirin. Di dîrokê da fikrek heye, yanî ber ku  kurd misilman bûne, loma destpêkê da xwestine ermeniya ji holê rakin. Eva fikreke ne raste. Di serê qurna 19-a  tirk  diha zef dijî  kurdan bûn. Di nîveka 19-da  hêdî-hêdî pilana qirkirina ermeniyan derkete holê. » (A.Karsov « Zamêtkî o kûrdax » rûp.22-23. bi zimanê rûsî)                     

Gelek serhildanên kurdan çê bûne, bi sed hezaran (belkî bi milyonan) kurd qir bûne, sirgûn bûne, bo çi deng qet ji ermeniya derneketiye, çira tev kurda nebûne? Ez zanim çira-ber ku kîderê germe ermenî xwe didine wira.

  Þêx  Ubeydulla, di edebiyeta ermeniya da  (Raffî, «Kayser») bi resmekî nêgatîv û ne baþ  hatiye nirxandin.Belkî nivîskarekî ermenî Levon Mesrop, ku gelek li Kurdistanê geriyaye û nav  kurdan da jiyaye dinivîse, «Di rastiyê da Þêx  Ubeydulla xêrxwaz û dostê ermeniya, yê herî mezin bû. Ewî  digot, « Tirk dixwazin me dijî ermeniya bi kar bînin. Gava ew  biqedin, wê vegerin ser me». (Levon Mesrop « Kurdistan û kurd ». Parîs, 1957, rûp. 69.)

 Sala 1927-a Bedirxaniya li Parîsê «Xoybûn» damezirandin. Daxwaza wê çêkirina yekîtiya kurdan bû, derxistina wan ji bin nîrê tirkan û farisan. Ewî ûsa jî bangî ermeniyan kir, ku destekê bidin kurdan û bi hevra dijî dijminê herdu miletan derkevin. Eynî wê salê wekîlê «Xoybûnê» Sireya beg û berpirsiyarê partiya ermeniya «Daþnaksûtyûn» hevpeymaneke  nivîskî çêdikin.

 Sireya beg dinivîse, «Oktobirê, sala 1927-an «Xoybûnê» û «Daþnaksûtyûnê» êlan kirin, ku tirk dijminê wanin. Ji bo azadiya wan herdu miletan, me peymana þêr dijî tirkan êmza kirîye.» Ew dîsa divêje, - Bi navê miletê kurd ez spasiya xwe didim miletê ermenî, yê qehreman û armanca wane pîroz, kîjane-avakirina Ermenistaneke serbixwe û yekgirtî.  Dûr ra xudanê pirtûkê dîsa dinivîse,- Xûya bû haya «Xoybûnê» pê nîbû, ku daþnaka gelek wext berî êmzakirina vê peymanê, destê xwe kiribûn destê tirkan.Wextek þûnda  berdevkê daþnakan êlan dike, «Dostê meyî heqîqî  tirkin, pêwiste em destê xwe têkin destê tirkan, xem nîne, ku ew dest bi xwîna ermeniyan va hatine gevezandin (sorkirin)… ( eynî pirtûk, rûp. 72.).                                           

   Biborînin, ermenî ha bûne û ha jî mane. Berê-ber da mezinên me gotine, «Seyê tûle, hespê kule, mêrê file (ermenî), baweriya xwe pê neynin».  «Qirkirina ermeniya ne ji bo dîn bûye, ew bi pilan û bi heq-hesab hatiye çêkirin û dijminê ermeniya ne kurdin, lê belê tirk û dewleta wane!!»  (H. Orbêlî-zanyarê ermeniya yê mezin). Arþak Çobanyan jî dinivîse, ezab û tiragêdiya kurda, ji ya ermeniya kêmtir nebûye. (S,Poxosyan, «Kurd û pirsa ermeniya», rûp.  233 )

                           Qedera  kurdên  Ermenistanê

Belê, radyoya kurdî hebû, rojnameya «Riya Teze» derdiket, lê gerek bê gotin, evana xêra qanûnên Sovyêta berê bûn. Anegorî wan qanûnan, hemû milet birane û girîngiyeke mezin didan miletên biçûk, çand û kultura wan. Wextê Sovyêt hilweþiya, hukmeta Ermenistanê hêdî-hêdî rûyê xweyî rastî nîþan da himber «miletên bira». Eynî siyaseta tirkan li vir jî hate meþandin. Kurdên misilman û azeriyên ku bi dehan salan li nehiya Masisê da cî-war bûbûn û di xizmeta  wanda bûn, bi awayekî hovane ji malên wan derxistin  -20000 kurd, azerî hê zêde- û mal û milkê wan zeft kirin.

Gava ewana qediyan vêga hatin dor kurdên êzîdî, rewþenbîrên me kuþtin, belê kuþtin, miletê me pîre-pîreyî kirin û xwe dane alîkî, xwedêgiravî ne dibînin ne jî dibehên. Û kesekî nikarîbû deng derxista, ber ku her yek ji jiyana xwe ditirsiya di wê kaosê da. Gava îdî miletên mayîn neman, prêzîdêntê Ermenistanê Lêvon Têr-Pêtrosyan eþkere pesnê xwe da û got, «Me karek kir, ku yên  pêþiya me di 75 – salan da nikarîbûn bikirana. Me welatê xwe ji miletên mayîn paqij kir.»

   Wê demê gotinên Talat Paþa ketin bîra min, ku digot, «Ermenî bira sebir kin, çi, ku Hemîd di 30 salan da nekir, ezê 30 rojan da bikim.Tenê peyva «ermenî» wê tarîxê da bimîne, jinên wan, qîzên wan, mal û milkên wan wê bimînin mera. (S. Poxosyan « Kurd û pirsa ermeniyan, rûp. 222)

Niha jî ermenî bi awayekî eþkere dijminatiya kurda dikin û dijî çêbûna Kurdistanê ne.Hîn bûne, xelk wanra cî veke, ew jî herin têda rûnin.

Niha bajarê Yerêvanê dîsa bi azêriyên Ïranê û tirkan va tije  bûne, bi deh hezaran jin û mêrên ermenî ketine kolanên tirkan û her karî dikin, ku çend qûriþan top kin û biþînin malbatên xwe ra. Û ça ermenîkî ji min ra nîvgirî got, «Berê jinên me bi zor dibirin, niha me bi destên xwe carek din ew dane destên mêrên misilman… »

Niha jî pirs e, gelo gerek kî ji kê lêborînê bixwaze?

Aslîka Qadir: Fîlolog, hunermend (Pispora ziman û edebiyata ermenî)

                                                          

HOGIR
deste te mac dikim
birasti gotinen te caven min hesir kirin . dibe ku kurd wek kes ermeniyek kushtibe . le kurd wek kes xwedi li ermeni ji der ketiye. kurd wek netew u hez tucar biryar nedaye ku ermenan qir bikin . ew kesen kurdan sucdar dibinin dixwazin xwe mirovhez , rewsenbir bidin xuya kirin , ew kes wa we ye ku bashiye dikin , le xirabiye dikin . kalke min tin digot ku pir hevalen wi ermeni hebun . u ji wan pir hes dikir . ew kes wek min got beaqil in .ji te re Aslîka pir sipas dikim u deste te mac dikim
30 Tîrmeh 2010 În Saat 01:09
Azad
Ne gaye, ne ji zaye!
Ase can,min nivisa te xwend deste te neese.Beri cendeki pirsa Ermeni'yan,disa hate rejeve u xwedegirafi cend rewsenbir u niviskaren me, ji bo ku xwe wak rewsenbir,diroknas u niviskaren dilsewiti,le,ne tene ji bo gele Kurd hwa bo Ermen'iya ji dilsotin dest avitin penusa-qelema-xwe wak sere derziye rehen(damaren)dirokera kirin u cend ruresiyen me nivisin u hineka ji xwe negirt ser nave gele Kurd, ji bo cend cerdevan,selek u rebiren (Hamidiye alaylar)ku tu nizani kine leborin dixwazin serma res!
28 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 22:22
Tahir Silêman
Çiqas tilyê neyar `hundurê` medaye, mera neyar ne pêwîste, xûþka Aslîka Qadir
Gelo heya kîngê bavo-bavotî wê nav me kurda wê bibe? Gelo heya kîngê seva hine kuta emê xizmetê neyara bikin? Aslîk xan eger tifaqa gelê kurdê Rewanê hebuya niha Ermenîstan bibu Kurdistan. Çi rêbertî kirî hebû, çi jî rêber. Her kes bona xwe kar dikir. bona wê jî 1934-37ê salê kurdên misulmsn hatin surgin kirin, qewata kurdên Ermenîstanê zeîf kirin. piþtî mirina Stalîn kurda nehîþtin vegere Ermenîstanê, bona vê jî ye hatî Azêrbêcîn cî û war dibûn, gelên li Qazaxistanê, Asya navîn nehatin. Dawî un
28 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 18:10

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere