FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Talabanî: Em rê nadin kesekî ji axa me êrîþî Iran û Tirkiyê bikin!

26 Kanûn 2008 În Saat 10:48

Avesta-Rojnamenivîs Husnî Mehelî di rojnama Akþam di hevpeyvînek bi serokkomarê Îraqê Celal Talbanî re çekiriye.

Di hevpeyvînê de li ser gelek mijarên weke peywendiyên di navbere Enqere-Bexda-Hewlêr de, di navbera DTP û û PKK de û her wiha di derbarê xebata çekdarî de li rojhilatê Kurdistanê de hatiye seknandin.

Husnî Mehelî di destpêka hevpeyvîna xwe  de dibêje ku Talabanî li ser piraniya mijaran nêrîna xwe bi awayekî vekirî aniye ziman, lê belê nexwestiye ew hemû biweþînin.

DTP dewletê naxwaze

Di hevpeyvîna xwe Celal Talabanî dibêje wan di civîna dawî de bi wefa bi DTP re li Hewlêr û Silêmanî li ser gelek mijaran û bi taybetî li ser demokrasiya di nava Tirkiyê de axifin. Di wan hevdîtinan de DTP’yan tekîd li ser xebata perlemanî û çareseriya aþtiyane û demokratik kirin. Talabanî got DTP naxwaze ew ji Tirkiyê qut bibin û Kurdistaneke serbixwe ava bikin. Xwasteka wan tenê ewe ku dewlet nasname û zimanê kurdî bipejrîne. „Min û Barzanî ji wan re got ku dema xebata çekdarî nemaye û pirsgirêk pêwîste bi riya diyalog û xebata siyasî bên çareserkirin… Ehmd Turk ji min re got; Tirkiye ji milîtanên PKK dixwaze ku ji çiyan dabezin û bi dest xebata siyasî bikin, em jî piþtgirya wê bangewazê dikin, lê gelo ew gêncên ku ji çiyan tên xwar, diçin mala xwe an diçin zindanan?»

Banga çekdanînê

Serokkomarê Iraqê di derbarê sekinandina çalakiyên PKK û partiyên din yên nêzikî PKKê li dijî Tirkiyê û Iran jî sekinî û got; bi beþdariya hemî partiyên Kurd li herêma Kurdistanê konferanseke çêbibe û di wê konferansê di ewê bi hev re ji PKK û partiyên opozosiyon yên Kurdên Îranê ji ku li ser axa Iraqê ne daxwaz bikin ku dest ji xebata çekdarî berdin û dest bi xebata siyasî bikin.

Celal Talabanî di roportaja xwe de bi AKÞAMê re her wisa dibêje; „ez bawerim ev banga han wê guþareke cidî bixe ser PKK û wê di lêgerîneke cidî di be ji bo çareseriya pirsgirekê…“

Talabanî dibêje weke Kurdên Iraqê ew rê nadin tu hêzên çekdarî ku þerê Tirkiyê û Iranê bikin.

Amadekirin: Selahedin Bayezîdî

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Qadir Egîd
Veger...

Kerem Yusif
Eger

Zeynel Abidîn
Bendegeyên mexrûr

Eskerê Boyîk
Þaya helbesta kurdî

Brader Musikî
Tembûra Min

Mihemed Elî
Helwestên mirovan

Ronî War
Sîpe

Fadil Özçelik
Zewaca, mêr û jin

Di arşîvê de lêbigere