FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Qado Þêrîn
qadoserin@hotmail.com
Vebûna çi, ziqûma çi!
27 Tîrmeh 2010 Sêþem Saat 14:23



Helwest û axaftinên Mirad Qaraylan bala mirov dikþînin, dema ew ciwamêr diaxive yan jî dema helwest û bîr û boçûnên wî dixwînim, hest dibim ku ew cuwamêr cuda û ne bi refê xwe re difire, mirov hest dibe ku ew cuwamêr ji bo kurdayetiya giþtî û ji bo pêþeroja me hemiyan tekoþînê dike.

Min tim devikî digot û ana nivîskî belav dikim ku ew cuwamêr di partiya xwe de xwediyê biryarên mezin û ne mezin ba, ezê yekemîn endam bûma di partiya wî de. Jixwe cuwamêrên wek wî ji zindiyan û þehîd bi giþtî me ber bi hezkirina pkk ve dikþînin, lê mixabin gelekên din wê hezkirinê dikujin û dikin jahr û ziqûm. Do bû nizanim ne pêr, belkî berî þeþ rojan bû min li du hevpeyvînên ku televizyona Al Jazeere û BBC bi birêz Mirad Qaraylan re kiribûn, temaþe kir, kurdiya wî ya xweþ û þêrîn bala her kesî kiþand, xwezî hemû serok û rêberên me wisa biaxivyana û siyaset bi kurdî bikirna, di dûv re dîtin û helwestên wî hîn bêtir balkêþ û kurdewarî bûn.

Diyare Tirk naxwazin þer raweste, berjewendiya wan di berdewamiya þer de ye, jixwe Tirk bê þer najîn, gelek caran kurdan ji hêla xwe ve þer rawestandiye, lê bê encam bû ji ber aliyê din þerxwaze û ji bo ku pirsa kurd çareser nebe þer narawestîne. Mirad Qaraylan di hevpeyvîna xwe de anî ziman ku ew di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de amade ne çekan deynin. Bi dîtina min ew helwesta herî baþ, bi hêz û rast e, daku netewên yekbûyî bikþînin nav vê pirsgirêka herî mezin di rojhilata navîn de. Ji netewên yekbûyî tê xwestin ku xwedî li vê pirsgirêka mezin derkeve, jixwe taku NY tev li vê pirsgirêkê nebe çareser nabe, lê bi gumana min dê Tirk derfetê nedin vê pêþniyara baþ û ne jî bidin NY, lê NY divê zextê li Tirkiyê bike û bikeve navbera her du aliyan û li çareseriyan bigere.

Kosovo berî du salan serxwebûna xwe ragihandibû, do dadgeha navnetewî ew biryar erê û rewa nirxand, ên ku li duj derketin gotin ku dê sibe gelek tevgerên rizgarîxwaz(mîna kurdan) serxwebûna xwe ragihînin. Tirk wek desthilat û wek milet jî ne amade ne kurdan bipejirînin. Bi gumana min ku kurd wek Kosovo bikin jî dê bi ser nekevin, çimkî berjewendiyên welatên mezin hîna jî ne di serxwebûna Kurdistanê dene. Lê Kosovo dibe nimûneyek baþ ji bo serxwebûna Kurdistanê(Baþûr). Hema hema tevaya welatên cîhanê bi serxwebûna Kosovo re bûn, lê guman nakim bi jimara tiliyên destan bi serxwebûna kurdan re bin. Kurd dikarin nimûneya Kosovo daxînin rojevê û xwe wek nimûne ragihînin, dikarin bikin mijarên rojane ji medya û ragihandina xwe re.

Wek Tirk dixwazin qet nabe, dixwazin kurd bê deng bin, bê hêz bin, tune bin, pûç û bawî bin, di dûv re wek dixwazin vebûna kurd pêkbînin, jixwe vebûn ne ji bo kurdaye, belê ji bo razîkirina Europa û Emerîka ye.

Bi min vebûna kurd a ku Erdogan pê bang dike hemû derew û xapandine. Erdogan ne tenê bi rûyê kurdan dikene, belê bi rûyê tevaya dunyayê dikene. Ji dû vebûnê Erdogan dixwaze ji dunyayê re diyar bike û bêje; binerin em dixwazin pirsa kurd çareser bikin, lê kurd derfetê nadin û þer berdewam dikin. Bi min sibe, yan dusibe, belkî jî demek din pirsa kurd dê tenê bi destên derve çareser bibe. Tirk, ereb û firs ne dikarin, ne jî dixwazin çareser bikin, ji ber naxwazin milet û welatên wan bê ser êþandin bijîn, ew bêtarên îro dispêrin sibe, ew jî dizanin ku ne îro be dê sibe be, yan sed salên din be, ku pirsa kurd dê çareser bibe, lê ta wê demê dê çi bibe û çi nebe.

Eger Erdogan raste di vebûnê de, naxwe ew çi dest û poz þikandin in, ew çi zindan û girtîgehên zarokên keviran in, ew çi dîmena kirêt bû ya ku bi dehan þaredarên kurd kiþandin girtîgehên qaþo vebûna kurd, ew çi êrîþên rojane ne li ser kurdan, bi dehan Erdogan soz dane herêma kurda, lê yek jî pêk neaniye, li rojnamevan Vedat Kurþun 166 sal ceza hat birîn, girtina DTP, lêdan û pozþikestina Ehmed Turk, êrîþên artêþa tirk li ser baþûrê Kurdistanê, û gelek gelek nimûneyên din ku vebûnê piþtî salekê beravêtî dikin hene, wek bûyerên li Hatay, piþtî ku pkk çar polîsên tirk kuþtin, tirkan jî êrîþ birin ser mal û mewdanên kurdan. Ev ne nîþanên vebûnê ne, ne jî nîþanên xêrê ne. Bi min vebûn tenê axaftine, çimkî ne Erdogan ne jî miletê tirk ne amade ne kurdan bipejirînin û pirsa kurd çareser bikin. Vebûnê bi Tv yek ziman þikestî destpêkir û piþtî salekê hîç kurdan negotin xwezî bi îro, êdî çi vebûn û çi ziqûm e.

Eger îro pirsa kurd çareser nebe dê sibe yan dusibe çareser bibe, yên ku pirsgirêk û bêtarên îro dispêrin sibe, dixwazin tim þer berdewam be û bêtaran çareser nekin.

Erdoganê sedrûyî Hemas welatperwer û berxwedanker dibîne, lê kurdan terorîst dibîne. Erdogan bi Ereban jî dikene, wan jî dixapîne, tenê berjewendiyên xwe bi ereban re dimeþîne û di eynî demê de dev ji Israîlê jî bernade, bi min hemû lîska berjewendiyên welatan e.

Eger ez bim ji bo mafên kulturî û çandî ewqas sal þer nakim, ji bo aþtiya bi tirkan re ku hemû derew û xwe xapandine ewqas þehîd nadim, tenê ew hemû hêjayî wek destpêkê ne. Ji destpêkê bêhna serxwebûn û rizgarkirinê difûriya.

Bi gumana min eger Tirkiyê serûbinî hev nebe pirsa kurd çareser nabe. Ji xwînê ta bi xwînê, ji xwîna li ser pelikan ta bi xwîna li ser qahfikan.

26-07-2010

Besir Kíwexí
Gotina
Jixwe di serí de xuya bú ku "Vebún" a AKp é quzulqurte. Hinek hedé xwe nizanin ú zimané xwe diréjí $ervanén gelé KUrd dikin. Ew $ervané garantíkirina Kurdistanéne. Hetaní ew hebin wé dilé me neke waswas. Biréz Qado $érin nírxandenek nézíkí aqila kiríye. Dewleté mísyonek daníbú ser milé AKpé ku bi lístiké Osmaníyan di bin navé "Vebúné" de Tevgera Azadíya Kurd xelas bike. Vaye rúyé wé vebú ú maska wé ket xwaré.
08 Tebax 2010 Yekþem Saat 14:12
HOGIR
mixabin
birez Qado dem bas . cima hun rewsenbir ji tekcuna hesten netewi re nabin bersiv li bakure kurdistan , bes hun dizanin pesnan bidin , AKP we ji bo me kurda tishtek neke rast e, le PKK iro dibe sebeb ku kurd ji dev hebuna xwe wek miletek ber de . beri demeki tehdida karayilan ku muhatab neyin girtin we doza kurdistana serbixwe bikin , li vir pirs dikim ma kurdistan milke we u bave we ye her roj dibejin tishtek. pkk iro dijmine gele kurd e ev rastiye . cima kosovo te azad kirin le kurdistan di ca
30 Tîrmeh 2010 În Saat 00:49
R. Sitav
Edî axiftina bi zimanê Kurdî divê mirov tevlîhev nebe. Bînekin, TRT6 jî bi Kurdî ye.!
"..ew cuwamêr di partiya xwe de xwediyê biryarên mezin û ne mezin ba, ezê yekemîn endam bûma di partiya wî de." Pi$tra jî; "Eger ez bim ji bo mafên kulturî û çandî ewqas sal þer nakim,." Ma ev bû.! Birêz Qado, ez tênegihe$tim, ma dema ku mirov (ÎRO) xastekên wê rêxistinê an jî M. Karayilan binirxine, ew kes mafê serxabûnê daxaz dike.!? Hemî kes jî dizane, ku ew bo azadkirina rêberê xa $er dike. Bi $êwekî din, bo "azadkirina" kemalîyekî $erd dike. Îcar ma hevceye ku mirov pesna wî kesî bide.!
28 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 17:20

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere