FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Faxir Berwarî
faxir_berwari@hotmail.com
Girngiya Seredana Serok Barzanî ji bo Ferensa
30 Hezîran 2010 Çarþem Saat 16:17

Piþtî kû serokê kurdistanê Mesûd Barzanî bi awayekê fermî seredana welatê ferensa kirî û ji aliyê dîplomasî û di astekî bilind de ew girngî pê hatî dan û serok sarkozî û mezine berpirsên welatê navbirî bi girngî û germî pêþwazî li serokê Kurdistanê û þanada kurdî kirîn.û çendîn xalên têgehiþtin û hevpiþk dinêvbera kurdistan û Ferensa da îmze kirîn.û ev çenda he di aliyê dîplomasî de giringîyeka gelek mezin heye.

Çûnke serok Barzanî li koçka Elîze bi rêwresmek mezin û þayiste û bilndkirina alayên neteweyî û xwendina marþên Kurdistanê û Ferensa û di piþtre digel çendîn rayedarên ferensî hatîne cem hev.û çend danûstan û gotûbêj li ser hindek xalên ku berjewendiyên herdu welatan di gehyne hev kirîn û berê siyaseta welatê Ferensa bi gihurit ser têkiliyên dîplomasî û aborî.

Ev têkilî we dikin ku cihê kurdistanê di gelek waran de taybet bibit. Li cem welatên rojava û zêdetir cesaretê didin praniya welatên Ewropî ku heman gavan bavêjin.li ser astê welatên Ewropî ev danûstana li Parîsa Paytexit di nêvbera herdu aliyan de hatîn kirin bi ronî xweya di be ku di çarçovê yasayi û destûrî de Herêma Kurdistanê ev mafe heye û divêt ev seredan bibe dergehê vekirinê bi ser hemû welatên rojava de.

Bi nêrîna min nabe Serok Seredana çû welatan bike eger ne di amade bin bi vî awayi pêþwaziyê lê bikin.

Ji berkû destûrê Îraqa Federe vî mafî di de herêman ji aliyekî din ve em di bînin weke her car çend welatekên þofînîyên Erebî dilgiraniya xwe daye diyarkirin li hemberî serdana Serokî.û ew tenê wesan hizir dikin ku divêt her tim gelê kurd bê jenosîdkirin û Eenfalkirin.

Û mafê hindê nebe bi aramî û di atmosfereka aþtiyane de bi serbilndî li ser xaka welatê xwe xwedî hindek desthelat û mafên gerdonî û xwedayî û xwezayi bin.bi baweriya min piþtî vê seredana serkeftî ya serok Barzanî dê piraniya welatên rojava bi heman rêkê danûstandinê digel Serokatî û Hukûmeta Kurdistanê kin.û dê berê veberhênan û aboriyên welatên xwe bidin Kurdistanê û her wesan digel berjewendiyên aborî yên herdu aliyan di gelek waran de dê gelê kurdistanê sûdmend be û hête parastin.

Helbet wek ez agedar li welatê holenda aliyên siyasî û dîplomasî gelek hewil û pêkolik kirin ku di vî astî de têkilî bête girêdan digel Kurdistanê û Hollenda.lê rayedarên Holendî berhevnebûn li ser astekî bilind têkiliyan digel desthelata Kurdistanê çêkin.ji ber hindê heya îro çû seredanên Serokî ji bo vî welatî pêk nehatine.

Û rayedarên Holendî weha xweya dikir ku têkilî li ser berjewendiyên aborî çê dibin û ew xwedî berjewendiyên aborî ne digel welatê Tirkiyê ji ber hindê xwe têkilî vî karî nakin. Lê bi dîtina min ji îro û þûnda dê ev seredana Serokî bandoreka erênî û mezin bike û dê gelek welatan neçar kit ku gavên di vî çarçoveyi de bavêjit.û digel kurdistanê bikevin di danûstanên rast û dûrst de.

Bêgoman heyakû welatê Ferensa bi girngî behsê jenosîdkirina gelê Ermenî nekirî û li parlementoya xwe ne xistiye ber gengeþê welatên din yên Ewropî bayex pê nedan.ji ber vê yekê divê gelê Kurdistanê dilxweþiya xwe li hemberî seredana Serok Barzanî ya ji bo Ferensa bidin xweyakirin.


Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere