FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Mihemedê Seyid Husên
gorican@hotmail.com
Ziman û karmendiya peyvê
25 Hezîran 2010 În Saat 19:08

X -2-

    Ji mêj ve bêtirê zimanzanên pispor, dîroknas û hozanên ekadîmîsyon, bi gelek rêawayan rahijtine mijara ziman, û pêwîsteriya rola wî di hemî hêlekarên jiyana civakan de nirxandine û lê jî vekolane, herwekî wate di vê babetê de piralî û hemecûr rave bûye, nemaze ku bi lêvkirina peyvê di þêwezariya herêmî de cîyewaz hatiye bikaranîn, êdî nema watekirin, ango ravekirin bo gotinê sînor dibe, lêbelê dê li ser gelek þepêlan avjeniyê bike, mîna gera perwaneyê ku li pertewên jiyana hevdemî, ji nû ve xwe radiguhêze gulvedana zimanekî jîndar, rewanbêje û nûjen, wisa jî her tiþtî li ser ronîka nûjeniyê bikar tîne, herwiha bivê-nevê gereke ziman bi bizava kadroyên pêaxêv rabûdûyî pêþketinên nûder, ango nûhatî dibin, û ji hevrikiya pircûreyî û hemerengiya þêwezariyê gava bidin rexê hevrikiya peyvê bi peyvê re, tanî ku xwe bigihînin navgîna hevrikiya þaristaniya cîhanî, çiku ji heman hevrikiyê reseniya zimên gav daye reseniya nasnameyê.

    Baweriya mine jî ku ziman hêmanê yekemîn bo jiyanê çespe dike, û pêre jî vejîna bûneweriya civakê gewde dike, û destegava pêþeng dide têgeha danasîna jiyanê, dêmekî ziman bixwe hevgehîniya jiyana mirovaniyê pêk tîne, herweku danasîna ziman diyardeyeke pir aloz raçav dike, û çarenûs jî bo wê di þert û mercên îroke de pir di tengezariyê de helawêstî mane, ji hêlekê ve rêveçûneke derûnî û tekakesane bo civakê mînak dike, û her pê jî guftûgoya giþtî tewaw dibe, û di encamê de dîsanê bo giþtî her bûye ravêjeke civakî, dêmekî ziman di hemî baravan de hevgehîneke mirovanî embaz dike, zanînê, nûçe û bûyeran radiguhêze kes û civakê, loma bo pêþerojê her pêdivî bi guherînan heye, û bandora pêþketina zanistî teqez dê bihêle ku ziman pergala xwe çaktir biguherîne.

    Careke din têgeha min bo danenasîna ziman ewe, nemaze ku ziman hîç ne mîna bûjenekê di jiyana mirovan de bi parvebûye, lêbelê þêweyekî serbixwe û yekgirtiye, metodekî bi gelek tiþtan di hindurê civakê de hevkar û pêvedare, bi gotineke din alavekî taybete, bo binemaya rêxistina dengdanê peyda bûye, û hîç ne tiþtekî dine, pir jî hene dibêjin tenha metodeke bo derbirînê radest bûye, û mirov pê divayên xwe bi kar tînin, ango alavekî giringe mirov pê hevgehîniya xwe bo hemê hêlekarên civakî, çandî, siyasî û aborî tewaw dikin, lewra negengaze ku ziman di hemî hêlekarên jiyanê de, nasnameya xwe, karmendiya xwe di rêya peyvê û axavtinê de, nîvisandin û xwendinê de, dîtin û bihîztinê de, liv û tevgerê de, erk û egersezayên derbirînê de, li gel sîmbolî û berjengan, livbazî û destnîþanê daye nasîn, û tev jî di encamê de berevaniya hevgehînê di navbera texlîtên mirovan/civakan de dikin, wisa bixwe re jî pêaxêvên xwe diguhêze þaristaniyên civakên navnetewî.

    Herwiha kesên ku bi rewanbêjeya ziman mijûl dibin û bûne jî, teqez wê xweþitr têbigihên ku ziman emrazekî taybete, bêtir jîndariya xwe ji ciwaniya peyva resen bi dest ve tîne, û derbirîna çaksazî ji gelaxavtina rêwefermî/rewanbêje destnîþan kiriye, bi wateyeke dîtir di baweriya min de, ziman bê gelaxavtina mirovan tiþtekî mirî û bêcan dimîne, dîsa bi wateya ku ziman bi evraya bûneweriya mirovan û peyvê pêvedar û taybete, herwiha vê mînakê jî pêkve tînim zimên, naxwe ku zimanê hunerî, çandî, siyasî û civakî di jiyana tekakesane û ya giþtî de, nimûneyeke bê hempa bo pevgirêdana gotebêjê, di navbera ziman û axavtinê de xweþ cîgirtiye, lewra ziman daçekekî bineretî bo diyalogê ava kiriye, wa jî hin carn mirov li axêverekî, li gotinbêjekî, ango li helbestvanekî têbîn dike, bi taybetî dema ku bi hêza ziman, deng û peyva resen, ritm û awazê çaksaz û çêjer cîbecî dike, bê arîþe û bangewaþî destelatdariyê li guhdaran dike, û cemawir bi germî jêre li çepikan dixînin, bo vê yekê xweþ bawerim ku axavtin kêþeyeke sermedî, evra û gerdûniye, qet ne li vî çerxî bûye mêvan, ango zabenda xwe li van çerxan bi destxistiye, lêbelê bi pêkîna mirovan û zyîna ziman ve girêdayîye, tanî ku hevçerxî qûnaxa tiknolojiya û êrîþderiya asîman bûye, di rêga heyvên çêkroxî, t.v yên asîmanî, gehîndariya bê birrîn, ragihandina lezgîn û Entrnêtê jî..t.d.

    Eristo ji berbanga dîrokê ve gotiye: (neku hema yek bibêje: çi tiþtê ku tête gotin ango hatiye gotin dizane. Lêbelê gereke berî her tiþtî bixwe zanibe bê ew çi dibêje û çi jî dizane) lewra gotin li gora helwesta bêjer û gotinbêj tête pêþwazkirin, çiku ew bi xwe ziman tev radike, û hin caran bi sedema peyveke neþûngir, ango derbirîneke çewt û necîgir gengaziyeke siyasî, civakî, aborî, çandî û ramanî çêdibe, an jî ku gote/bêje di çareserkirin û biryardayînê de hiþk û deqarû be, ji ber ku wateya gotinê hîç ne bê cane, lêbelê timî di bizav û livyanê de xwe nûtir werdigerîne, û sîmbolî di mijarê de bi zimanê axêver, lêkol û nivîser þîrove dibe.

    Herwiha ziman asteya civakê û radeya berzpêþketina þaristaniya wê diderbirîne derpêþ dike, wa jî li yekrûyî ziman pîvanê bo tekbêjeyan, di hemî dabaþ û babetan de berfireh dike û bikar tîne, dêmekî zimanê siyasî, çandî, wêjeyî, aborî û hemî têrmên zanistî, ne weke hev têne xebitandin û bikar hatine, lewra dema ku siyaset û ziman bi hev re têne bikaranîn, hinga teqez dê çandeke sûdwer û delîvedar vejîne, û dê di ortaxa nexþeyeke niþtemanî de bête sînor kirin, bê guman êdî ziman kaniya ramanî ya azad hevbeþî jiyanê bûye, û danasîna mirovaniyê ji hev vewejartiye û derbiriye, herwekî wisa jî çand yekrû pêvedarî zimane, vêca eger ku çandê karmendiya xwe ya zavî (mentelêtî) li gel peyvê, û navbênçiya xwe di civakê de wenda bike, hinga teqez wê çavkaniyên sîmboliya ziman di siyasetê de jî wenda bibin, bo vê yekê bêtirê hozanên Entiropolojiya bi yek awirê gotine. Ziman hîmekî bingehîn bo þaristaniya miletan gewde dike û qet jê cihê jî nabe.

    Bê guman ez jî li gek zimanê dayika xwe, di dan û sitandina hemî hêlekarên civaka kurdî de, bi pêmijûliya ziman re gihame encamekê, nemaze ku ziman bêtir bi hêza peyva çêjer û cîgir hatiye derbirîn, û her ji xwe axiviye, û karmendiya xwe ya bineretî, mebest û armancê jî, dîsa ji xwe hêsantir cîbecî kiriye, weku me li pêþ emaje pê daye, ziman metodê hevgehîn û sazeristkirina peyvê û hevokê ye, yaxud çi mijara ku ji derveyî ziman li ser ziman bête gotin, hîç tu têkeliya wî bi ziman re nîne, çiku ziman sîstemeke rêxistinî hevnijîne, serûberkirî û bi rêkûpêk hatiye, loma çi li ser bête gotin divabe bi heman zimanî bête rave kirin, neku ji hindurê wî here derveyî wî, û bê ku destekariyê ji bilî ziman bo ravekirinê bixwaze û bistîne, an jî hewl bide ku zimanê xwe di karanînê de hemdemî bike û yekrû bide pêþ, û di bin siya bûneweriya zimanê xwe yê resen de nasnameya xwe jî biparêze.

    Ku jiyana miletan bi ziman re çaktir biteriqe û bayex bide, û geþedartir pêre gulvede, wisa jî pêþdeçûna ziman gelek rêawayan bo çareserkirina nakokî û cîyewaziyên heyî, nemaze ku li cîhanê tevlî destê alîkariyê dirêjî zimanên hevpare, li gel berjewendiyên hevpare, bi taybetî di rêga guftûgoyê de, nemaze ku berevaniya aramî û aþtiya gerdûnî dikin, û pîvana jiyaneke tenah û xenêmayî bo cîhaniyan berfirehtir dikin, pêk ve jî tû û nefretê didine çanda tundrewî, tundûtûjî, û bîr û boçûnên bê rewiþt û torfelaqî, bi ser ve jî ku dar û destekarên çavsoriyê, þerxwaz û gelac bêtin gemkirin, lewra pêwîstirîn guherîn ewe ku mirov þêwazê neryanên xwe di cîhanê de hemdemî bikin, û þêwazên gelaxavtinê di mirovaniyê de nûjen û jîndartir wergerînin, çiku îro-roj dabaþên berfireh û derfetên keysenzêrîn hatine, nemaze ku gelê Kurd dikare xwendina karmendiya zimanê xwe bi zimanên sînordaþan re, bi parzemînên gerdûnî re çaksaztir biguhere, li gel bîr û boçûnên nûjen û hevdemî, bi çavên heman guherînan dê karibe bo jiyaneke kamîran, þiyan û jêweriya xwe bide çawahiya ku karmendiya peyvê, çawahiya ku rêawayên nûjentir pê û jê biafirîne.

    Puxteya gotinê li ber dawiya mijara ziman, dikarim vê yekê jî bi ser vekim, bi rastî li xwe mikur têm ku karekî wa yê zimazanên terxemîye, hîç neku yên weke min ji ezmûneya jiyanê hewleke pîroz didin, nemaze ku ji kurtebînî û kurtedîroka deh-bazde salan mîna ravegêr û berxwedêr li ziman vedikolin, mixabin ekadîmîsyon pir hene, lê pir daxe ku zimanzan û dîroknasên kurdistana rojava pir kêmin, bi taybetî yên ku li kêþeya ziman derketine xwedî, herwekî ceger nakim ku bibêjim kêmpeydane, hîç ne bi reþbînî mijarê raçavî xwêner dikim, ango li ser terezûya rexnepîvê bi torfelaqî kêþeya ziman diteqilînim û dinirxînim, ji ber ku hemî cemawirên xwendevan yên çanda zimanê kurdî, li gel hemî ravegêr û zimanzanên pispor, dizanin ku tilam û sedemên paþdemayîna ziman ji kû hatine, û kî berpirsyare, dizanin ku kî dikare stûbariya nûjenkirin, hevdemî û pêþketina zimên hilgire, û her kes jî dizane ku ne bi bizav û çalakiyên tekakesane, ango kesên wêrek ji helbestvanan û jena afirandinê bana, xwedê tenê dizane ku dê qitîtkên dilê ziman li kû av vexwarina.

    Vêca pir hêvîdar, xweþbext û geþbînim, nemaze ku xwendevanê xoþewîst dê sûdeyê ji nivîsarên min wergirin, û min bi têbîn û rexneyên xwe yên zanava dewlemend bikin, û herî pirsa ku di biwara kambaxiya rewþa tevgera kurdî ya siyasî û rewþenbîrî de dibe, hêj li ber kelecana bersivdayînê, qolincên zayînê wê bi derengî dixînin.

 

Mihemedê Seyid Husên…Qamiþlo… 11 – 9 – 2009

 

gorican@hotmail.com

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere