FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bêkes Têlo
bekes_tello@hotmail.com
Yanîs Rîtsos: Dengek spehî da Girîkistanê!.
13 Hezîran 2010 Yekþem Saat 12:55

          

Yanîs Rîtsos – (1909-1990)helbestvanek ji malzaroka wêjeya xweliyeke ku cîhan tev deyndarê wê ne, ji dayik bûye.Welatek ji nivþên  xwe re yên pêþêrojê  bermayên pir hêja pêþkêþ kirye ,û ta radeyekê bo hemû cîhanê pênasîn daye .Berhemên nivîskar û fîlosofan mîna Homîros, Arîstotêlîs,Sokrat û yên dîtir ku berhmên giranbûha,qîmetdar, weke feleknasî,tendirûstî,fîlosofî,þano,wêje ji vê cîhanê  re hiþtin e .

Y.Rîtsos ji vê kaniyê tîbûna xwe radike û dibe berdewamiya   ziman û fantanziya wî nivþê kevin .Y.Rîtsos herî berztîrîn helbestvan e li Girîkistana modern ,û li cîhanê pir navdare,bi rûmeke mezin derhênanên wî li ber çav tê dîtin .Sala 1909 li Monemvasia ji dayik bûye di malbateke têrmal de,Ji biçûkanî karkirye,jiyana vî helbestvanî bi birînê ,ji nexweþî û nêrînin ramyarî,bê guman ev di giyanî wî de þopek canêþ dihêle.Bi dîlan û þêwekariyê Mijul bûbû û pir zû tevlî helbestê bû ,lê bê bextewarî zû li deriyê wî xist gava birakî xwe ji nexweþiya tiprkoloz(sil) winda kir. Paþ demke kurt diya wî bi eynî nexweþiyê  jiyana xwe ji dest dide. Rewþa tal  ya malbatê, ji dînbûna bav çimkî hemû sermeyanên xwe di qumarê de winda kir û mirina xûþak wî ji   tiprkolozê bandorek  bi keder lê hiþt  û pirtûkek  bi navê ,, strana xûþka min,, bo wê nivîsand  . Y.Rîtsos  ji vê mîratê nefilitî,bi tiprkolozê dikeve û rewþa wî pir zor dibe ,di pêvajoiya berhmdana wî de û pir caran  rewþa mirinê nêzîkî wî dibû.Bi rastî Y.Rîtsos weke hevîrekî matmayî ye,jiyanek ji bûyer û rûdanên   neyeksane  pêrgî wî dibin lê ji a xwe daneket,weke me got nexwþî û jiyana zîndangehê bi salan, mor û þop li giyan wî neqþkir in û bi taybetî jiyana li surgûnê, di hin berhemên wî de xweþ berz dibe.Helbestvan sala 1933 xwe bi çepîtiyê girêdide û sala 1934 dibe hevkarê rojnama ,,rîzospastîkî,, ,,radikal an rêformxwaz ,, ya partiya komunîst. Berhema yekem  pirtûkek  ji helbestên xwe weþand  ,,Traktor ,, sala  1934 û sala 1935,,pyramîd,,sala1936 ,, Êpîtafîtos,,sala 1937,,strana xûþka min,, û di sala 1965 de xelata niþtimanî werdiger ser helbesta ya navdar,,Sonata  rohniya heyvê,,ku ev nav ji berhema mûzîkvanê navdar Bêthovin birye.

di 1936 helebesta wî tê weþandin ya bi navê ,, Êpîtafîtos,, di rojnama ,,tîpên Nû,, bi koda K.Eleftêriyo bo bîranîna xwepêþandana karkerên kargeha tutinê ,30 kaker cangorî dibin di encama fîþek berdanê ji rexê polîsan ve ,Rîtsos sê rojan bi tenê li mal ,derî lê girtî, helbesta ,,Êpîtafîos,, ku helbestek þînî û girî ye ji 14 xêzan nivîsand ku dayikek li ser tirmê kurê xwe gilî û þînî vedibêje dide nîþandan. Salaên dagirkeriyê jîyaye û bejdariya berxwedanê li dij dagirkeran bûye.  Ji sala 1948 -1952 hatiye surgûn kirin ji ber endamê ,,Eniya rizgarkirina netewî,, bû.Pir caran jî hatiye zîndan kirin, û rojekê razayî li mala xwe li Atîna sala 1990 henasa wî çikya  û  çû ser dilovaniya xwe.Ji bilî helbestên niþtîmanî , helbestên êrotîk jî xweþ anî ye ziman bi lêvdanek hestyarî , aram û nizm ligel pêvajokek vebêjiyê û tevlehv kirina rewþa jiyanê bi kabûs û xewnan ve weke pesnek ji afirandina wî xweþ diyare.Ji wan  hin bi bîr tînim ,,laþê tazî,, , ,,Odak biçûk di maleke sor de,, .

Bi gelemperî berhemdanên wî ji helbestan ,li dor100 pirtûkî  hene û 4 berhemên þano ji bilî wergera pir helbestvanên cîhanê bo zimnaê Girîkî,wisa li pey xwe  sermeyanek payebilind ji berheman hiþt. Rîtsos bi berdewanî diafirand û piraniya hunermendên navdar li Girîkistanê helbestên wî kirne stran mina  Dalaras, Marya Farantûrî,Mêlîna Mêrkûrî ,lê helebsta ya herî navdar ,,Romyosînî ,,ye. Ev helbasta Romyosînî bûye stranek gelerî bi alîkariya Mûzîkjenê navneteweyî Mîkîs Têodorakîs hatiye arajekirin.

Helbesta ,, Romyosînî ,, pir niþtiman perwerî ye di qonaxa þoreþa netewî nivîsandiye  û  ev peyv , paþ  ji hevketina Padîþahiya Vêzentî di sedsala 15 an de,belav bû weke destnîþana netewe, sînonîma Helînîzm ê ye,destnîþana prînsipên bilind ji nasnameya netewî û Ola romiyan yên Ordotoks dike.

Nexwe em li hember  vî mirovê gewre ku 6 sal surgûn dîtiye,bejdariya tevgera azadîxwaza Girîkistanê bûye ,pir hesker e ji rexê gel ve û ta radeyeke ji gelên cîhanê ve tê hezkirin.Pandora Rîtsos  ku paþ Kafafî tê ser asta rist û wêjeya Girîkistana nûdem  ku wisa tê dîtin,li ser pir helbestvanên cîhanê bandor kirye ,ta li ser hin helbestvanên kurd jî bandorek xuyayî kirye weke helbestvan Ehmed Huseynî,H.Hebeþ û yê dîtir.Helbestvanê herî pir nivîs, xwedî mijarên weke tenayetî,jiyana rojane, pîrîtî ,mirin,çerx û þûmiya jînê tê pejrandin.Piraniya berhemên wî hêvî û jiyan  di wan de berz dibin û ez karim bêjim ku ser sê bingehên herî xort weke,dilyarî,azadî û dadwerî Rîtsos di berheman de  xwe sipartî ye.

Helbestên wî hêja û bedewin ,ji mirov re ,ji þoreþ û spehîtî re straye ,ji êþa xwe ve li zarkêþiya cîhanê bi dûrbînê temaþ dikir .Hergav hewl daye hêstirên cîhanê bike stran û destên mirovan bighên hev,lê li welatê xwe, rabû ser pêyan li hember dadgerî û vê dawiyê li hember dîktatûriya Conta  nijandperêst li Girîkistanê  û li  rexê  azarkêþan,zîndankiran sekinî.Mûzîkjenê navdar M.Têodorakîs  li ser gotiye :Rîtsos  ew giyanê Hêlînîzma pîroz e ,ku di ezmanê ristê de ber bi jor ve firandiye.Û li cihekî din helbestvanê Frensî Liwîs Aragon dibêje : ,,Rîtsos qîrîna dawî bo birçiyan û bindestan bû,, û bi gelemperî tu hewcedarî bi danasîna Rîtsos nîne ,lê pêdivî heye bi nûderhênan wî ji xwe re  her gave ji ber ezmûna wî ya ristê em bikin . Çimkî helbestvaneke gewreye weke Aragon dibêje :: herî gewretirîn helbestvanê çerxa xwe bû,çerxa ku helbestvanên mîna Nazim Xukmet,Pol Elourd ku pir dengvedan dabûn. Ta mirina xwe ser pirînsipên xwe ma û wan parast,ew di wijand û damarên gel ê xwe de ma. Di cîhana wî ya afirandinê de, tiþtên normal  yê rojane weke meteryal bo ristê dixebitîne.Em van tiþtan dibînin bo me bê wate ne,lê Rîtsos wan jîndewar û bi vejîn dike,fantaziyeke lê heye pir fireh û nazik e .Di zimanê wî de naverok veþartiye û xwenêr malavanî dike bo mebset û daxwaza helbestvan zaft bike.Y.Rîtsos vebêjî û çîrokbêjiyê  bi renge paxþan e di piraniya helbestên xwe de bi kar tîne,nav û tiþtan ji jyana me digre û wan dihêle bibin xwedî deng  û awazekî ji wan re diafirîne . Cîhana xwezahî dike ku biaxive, helbestê dixemilîne,wêneyên neyeksane û matmayî bo me pêþkêþ  dike.Pir xelat wergirtiye ev mêr ê ku dengek spehî da Girîkistanê ,hin ji wan ez ê rêz bikim.

xelata navnetewî bo rist ê (Belçîka 1972)

*xelata  C.Dîmitrov Bolgarya (1975)

*xelata Alfê de vinû Fransa (1975)

*xelata Aytna –Taopmîna Îtalya (1976)

Xelata Lênîn yektiya sovyêta berê (1977).

Belê ,ev helbestvan yê lîstika Olompîk ê ,xemgîngir û bêkes e ,ji jiyanê durketî,hestyar bû ta wê qonaxê ku ji hemû herîkên jiyanê û alavên wê mijandin dikir.Ew kesê ku  di hundirê xwe de laþên mirovan dihilîne,bist e bistên wî bi mirinê û demê re,ji hevketina wan û du rû ya wan ,ji mijara helbestên wî bûn . Dikirim welê bêjim ku Y,Rîtsos bi pêwendiyeke lêgerînî ye bo jiyanek azad hergav hewl dida, bi kurtî Yanîs Rîtsos xwe vedibêje.

Par bi biryarek ji wezerata çandî ya Girîkistanê ku sala 2009 ya helbestvan Yanîs Rîtsos e, pejirand .bi derbaskirina 100 saliya wî,helbestvanê ku  ez jê fêr bûm pir hêjayên jiyan û pirînsipên wê û jê re dibêjim tu min dibînî ji cihê ku tu lêyî?gel ê min, ji wan gelên belengaz û tekoþer ê azadiyê ye ku te ji wan re hergav strana jiyana berxwedanê û fantaziya wan  te  dixemiland . Di taliyê de dibêjim ku baweriyek pir xort li ba wî hebû ku rist kar e jiyana me bighurîn e.loma hemû hêza xwe daye. Nivîskar û wêjevan e  mezin Kosatas Palamas ser Yanîs Rîtsos dibêje : ,,Em bejna xwe ditawînin…bo ku tu derbas bibî,, bi vê hevokê gotarê diqedînim.

 

 *,,Romyosînî,,

Evan daran, bi ezmanekî biçûktir qayîl nabin

Evan keviran, li jêr gavên biyaniyan qayîl nabin
Evan rû,  ku ne li ber rokê bin qayîl nabin
Evan dilan ku ne xwedî maf bin qayîl nabin .


Ev dîmen pir hiþk e weke bêdengiyê ye ,
bi  pêsirên xwe ve kevirên  þewatker digvêþe ,
di ronahiyê de, dar zeytûnên sêwî û werzên xwe digvêþe
û diranan digvêþe..av nîne,tenha ronahî ye .
 
Rê di ronahiyê de  winda dibe
Û sîbera  zerîbê ji hesin e,
Dar , çem û deng di kilsa rokê de dihatin mermer kirin .
Reh  werîsên tozgirtî bi ser mermerê dikeve

Qantir û teht borîn dikin …av tune ye,

Hemû tînin,niha ev bi salan e.

hemû , tevî mereziya wan devkirina ezman dicûn.

 çavên wan sorin ji bê xew mayînê

 birînek kûr di neqeba birhên wan de

weke dara kajê di neqeba du çiyan de , di kêlîka rojavahiyê de.

Destên wan zeft kirî bi tivingê
Tiving berdewamiya destên wan e
Destên wan  berdewaniya giyanê wan e
 li ser lêvên wan hêrsbûn

û di çavên wan de merez heye

weke stêrkek di koncaleke xwê de.

Gava dest digvêþin, rok bo mirovan bê guman e
gava bi lêv ken dibin, tayrokek biçûk ji rihên wan yên hovane difire
Gava  radikevin, duwazdeh stêrk ji bêrîkên wan yên vala dikevin
Gava  tên kuþtin, jiyan ber bi jor ve, bi  alan û dahol, dice .

Weqas sal, hemû birçî dibin, hemû tî dibin,

 hemû cangorî dibin, bi derya û zemînê  dorpêç kirî.
Germahî  baxên wan xwar û þorahiyê xaniyên wan avdan dikir,
Ba , dergehên wan û hinek  gul qedîfeyên wan yên li meydanê  rûxand.
ji qulên paltoyên wan mirin tê û diçe,
Û zimanê wan mîna bejna  dara kajê tûj e,
Segên wan mirin di sîbera wan de pêçkirî
Û baran li hestiyê wan dixîne

Di sengera bekçiyê de li jor kevirbûyî ne, cigareyên rêx  dikiþînin.
Û þev çavdêriya deryaya  hêrs kirî dike,
 xêz tîrêja  heyvê di ava deryayê de diþkîne
Ne nan û ne jî ceblexane man e
niha topên xwe bi dilên xwe dadigirin.

Weqas sal ji deryayê û  zemînê hatine dorpêç kirin
Hemû birçî man, hemû  kuþtî ji westabûnê, lê tu kes nemir.
Li jor ji sengera bekçîtiyê  Çavên wan dibirqînin ,bi alekî mezin û agirekî sor dadayî,
Û di her berbangê de , bi hezaran kevok ji destên wan bi aliyê herçar dergehên asoyê ve, difirin.

 Ji helbestên .1930-1960

*,,Sonata ronahiya heyv ê,,

Êvareke buharê – odak mezin di maleke Kevin û mezin de,pîrejinek xeftanê reþ lê ,bi ciwanekî re diaxive.Çira pênexistin û ji herdu pêcereyan pir  bi tûjahî ronahiya heyvê derbas dibe.Min jibîra kir ku  bêjim ev pîrejina  bi cilê rêþ sê pirtûkên helbest xwedî balkêþî  weþandiye bi naverokek Olî.Nexwe pîre jin bi xortekî re diaxive.

Bihêle bi te re bêm……!

Ma çi heyevek spehî heye vê êvar ê ! ew ê sipîbûna porê min xuyanî neke.Ew ê heyv… disa porê min zêrîn bike,tu nikare têdbighîjî.

Bihêle bi te re bêm….!.

Gava heyv heye sîber di xanî de mezin dibin,destên nepenî perdan dikþîn in,tiliyek sawgir ser toza pîyano peyvên jibîrkirî dinivîsîne:Naxwazim te guhdarbim, hussss ! bê deng be !.

……………………….

……………..

Bihêle ez bi te re bêm...!

zanim her kes bi tenê ye ,di rêwîtiya dildarî , mirin û serkeftinê de.....veya zanim !

min hewl da xwe,lê bê sûde.

Bihêle ez bi te re bêm….!

*,,Odak biçûk di *mêzon ek  sor de,,

I

Girek ji leymûnan

Ser mas ê

Ser rûniþtokan

Ser text

Tîrejên þewqa zer

Ber bi laþê te ve bazdidin

Êvarê kefxweþim , baran bi hazar leymûnan dibare

Û ji niþka ve zoom a nobetdarê daristanê

Kevroþkan ser nigên paþ disekînîne.

18.11.80 Diyakofto

II

Hey laþê bê guneh

Çend û çend þaþîtî

Bi derbas bûna heyvekê biçûk

Li ser darên tazî yên peyarê(resîf)

Leþkerên di pîknîka xwe de

Di bin dirabiyê de ,cixaran dikþênin

Roj tevî  baran dibar e

Herîkîna avê  ku dom dike ji karîzên rê  guhdarim

Tevlî ku zanim  bi vê  billet ê

Êdî derenge.

Atîna 18.11.80

*mêzon fr : mal

 *Laþê tazî

 

Got: ez  þîn hildibijêrim !.

                Ez sor!.

                Û ez jî !.

 

Laþê te spehî ye

Laþê te mezin e

Di wê mezin ê de winda bûm.

 

Firehiya þev ê

Firehiya laþ

Firehiya giyan e .

Weqas tu dûr dikevî

Ez nêzîk te dibim

Stêrkek xaniyê min þewitand

Þev  li min teng dibin

Bi nebûna te li vir

Bi te hilm dikþînim.

Zimanê min di devê te de

Zimanê te di devê min de

Daristaneke tarî.

Dervan û çûk wenda bûn

Tu li kû bî

Ez Li wira dijîm

Lêvên min dora guhên te digerin

Weqas biçûk û nazik

Çawa hemû  mûzîk têde dire?

Þadî

 piþtî  ji dayikbûnê

piþtî mirinê

Talî û bê dawiya nohokê.

Dest didimTiliyên nigên te

 çi cîhanek  nayê hejmartin!.

di hin þevan de ,

çawa cîhan tev tê afirandin û rûxandin ?.

Ziman ji tiliyan wirtir dialêse ,pevgihayî dibe

Niha

 bi henasên te re

 gav û lêdana dilê  min tê pîvan kirin

Du meh laþên me bihev neketibûn

Sedsalek

 û neh xole .

ez ê çi bi stêrkan bikim

ger tu ne li vir bî ?

ez bi sorbûna xwînê re me …ez yê te me.

Atîna 24.9.80

 

Bêkest Têlo

 12.6.2010

*sonata:peyveke latînî ye bi wateya,,guhdarbûn,, ,weke alavekî di mûzîka kalasîk de tê xebtandin.

* Xwenêr ê rêzdar!. Min çend perçe ji helbestên rengereng yên  Y.Rîtsos  wergerand ji zimanê wî bo kurdî, bê alîkariya zimanekî din navber be.Rasterast ji Girîkî , helbestên niþtimanî û êrotîk bi hêvî me  wergerek bi dilê we be û serkeftî be.

 

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere