FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Zeynel Abidîn
zeynelabidinhan@hotmail.com
Romana Kurdî, Rexneyên Bavê Nazê û Îbrahîm Seydo-1
13 Hezîran 2010 Yekþem Saat 09:16

Di van rojên dawî de polemîkên carina pir hiþk yên di derbarê hebûn yan jî nebûna Romana Kurdî de diqewimin. Hemin polemîk di xwezaya xwe de gengeþî û dijberiyên tund bar dike, lê eger ev di asteke ramyarî û bîrdoziyê de be baþ e. Wekî di shhbet û yariyên kolanaz dikeve nav asta nivîskaran û ev yek seranser ziyan û bêastiyên  etîk û estetîkî çêdike. Mixabin hinek ev yek çêbû û nivîskar bi piranî ketin biliya egorîzma xwe ya netêrkirî û hêriþên mezin birin ser rexnegiran.

Di destpêkê de nivîskar û lêkolînerên hêja Îbrahîm Seydo û paþê jî Bavê Nazê di derbarê Romana Kurdî de hin rexne û têbîniyên xwe îfade kirin û ev hem mafê wan e û hem jî berî her tiþtî xizmeteke mezin ya ziman û wêjeya Kurdî ye. Lê mixxabin pêþwaziya van rexneyan ne bi helwesteke întellektûelî û dilnizmî, bilekis bi asteke nizm û rengekî parastina kesayetiyên xwe diyar bû û jixwe ev yek îdîayên herdu nivîskarên Kurd mîna ku piþtrast dikir. Jiber ku roman karekî rexnegirî û bîrdoziyê ye û eger romannûserek li ber rexneyan bê tolerans be û hêriþ bibe ser rexnegiran, ev jî rewþa nivîskarên zeyîf diyarde dike. Yanê ew kesên ku bi rastî ji berhemên xwe bawer in û kûrbûna karê xwe yê wêjeyî hîs dikin, li ber van rexneyan ew qas ture nabin û nakevin rewþa þerê parastin yan jî hêriþa ser kesayetiyan...

Nokteya hevpar ya Bavê Nazê û Îbrahîm Seydo ew bû ku rewþa Romana Kurdî ne di asteke baþ de ye. Bi kîjan peyvan ramanên xwe îfade kiribin jî, dawiya tesbîtên wan ev bû. Her kesek jî dikare vê îdîayê bipejîrîne, jiber ku em qebul bikin yan nekin, berhemên heta niha hatine weþandin nikare wêjaya Kurd di asta cîhanê de temsîl bike. Ev rastî di destpêkê de nivîskarên Kurd lê di dawiyê de her Kurdek heta her mirovek dikare birîndar bike. Çawa dibe ku zimanê miletekî bi 40 - 50 mîlyonan dihête binavkirin hîna jî di asta cîhanê de nekaribe wêjeya xwe bihafirîne.

Di van mijaran de divê mirov bi aqil û hesteke netewî û mirovahî tev bigere, ne bi kompleksên xwe. Jiber ku kompleks çi tiþt çareser nake û di ser de jî asta hizra nivîskariyê di erdê re berkaþ dike. Bo nimûne, nivîskarekî bi helwesteke ecêb radibe û dibêje „Bavê Nazê di þikeftan de dijî!" Niha ev bersiv e gelo? Ev helwesteke nivîskariyê ye? Ez bawer nakim, her Kurdekî îhtiyadî, her mirovekî îhtiyadî li ber rexneyên wisa dikare xwe wenda bike, bibe koleyek egoîzma xwe û heqaretan bike. Lê ev heqaret jî rastiya ku ji layê Bavê Nazê û Îbrahîm Seydo hatine îfadekirin naguherîne. Dîsa nivîskarekî din jî di derbarê analîzên Îbrahîm Seydoyî de gelek peyvên xirav bikar dihîne û dixweze wî berjêr bike. Lê mixabin di van herdu helwestan de jî xwediyên peyvên bê sewiye û ji derveyî rexne yan jî bersiv, her dem bi xwe dikevin asteke nebaþ û di çavê xwendevanên Kurd de zeyîf dibin, neheq dibin. Diviyabû berî ku nivîsên xwe binivîsînin, egoya xwe kontrol kiribana û bi haletî giyanî tev negeriyabana...

Di herdu analîzên rexneyî ya di derbarê Romana Kurdî de jî min gelek rastî dîtin. Belkî ûslûb e, hiþiyarkirin e yan jî balkiþandin e, lê çi dibe bila bibe, li gel tûjbûna zimanê herdu nivîskarên Kurd Bavê Nazê û Îbrahîm Seydo, min analîzeke mantiqî û hûrnihêrîneke estetîkî di nav peyvên wan de dîtin û berî her kesek min ew rexneyan bo xwe hinartin û jibo pêþerojê ez dê van rexneyan bigrim ber çav. Û wisa bawer dikim ew dê tesîreke baþ di ser berhemên min de çê bikin.

Jiber ku, di paþvemayîna romannivîsariya me de berî her tiþtî bandura nebûna yan jî kêmbûna rexnegiriyê heye. Madem wisa ye, çima em li ber rexneyan ew qas xwe þikestî hîs dikin, çima em yekser dest davêjin lêdanên berjêrkirinê? Hema ev helwest bi xwe jî qelsiya hestyariya karê me dide destnîþankirin.

Di rexneyan de caran rengê înkarkirinê jî dikare xwe pêþ bide û caran rexnegir dikare bikeve nav pêdaçûnan. Ez bawer dikim, gelek kes yên ji me, ji nivîskar û reþenbîrên Kurd li hember revaçbûna romanên Mehmed Uzunê rihmetî, reaksiyonên wisa dane û caran ev gotin jî hatine bihîstin: „Na xêr, romanên wî pênc pere nakin. Ma ew jî romannivîs e. Bibe jî gelo ew qas binavûdengbûnê heq kiriye?" Yek nivîskarekî me yê binavûdeng hebû û me bi yekdengî ew „hîç" dikir. Baþ e, di vê nihêrîna înkarê de jî gelek sedem jî hebûn, hesûdî, zeyîfbûna helwestê û hin rastiyan... Yanê rastî jî hebûn tê de. Lê dîsa jî Mehmed Uzunê rihmetî guh neda û berdewam kir. Min bi xwe jî gelek rexne li wî kiribûn û gelek gotinên min jî rast bûn, yanê li ser bûyeran hatibûn îfadekirin. Lê gava ez bi wî re rû be rû mam, min toleransa wî ya berfireh dît. Li gel hemî rexneyan, rastiyên di derbarê nivîskariya wî de, Mehmed Uzunê rihmetî di dîroka wêjaya Kurd de cîhê xwe girt û çû. Lê ev yek nikare me bide îqnakirin ku berhemên rihmetiyê jî di asta cîahnê de ne. Ez wisa bawer dikim wî bi xwe jî ev yek seh kiribû û hew dinivîsî. Bêþansiya herî mezin ew bû ku çûyîna pir bê dem û zû bû. Ev yek hem jibo Uzun û hem jî jibo Romana Kurd bêþansiyeke mezin bû. Jiber ku Mehmed Uzun potasiyeleke mezin  ya jibo pêþerojê afirandibû.

Di rexneyên herdu nivîskarên Kurd de jî heqaret û berjêrkirin tune ye, rastiyeke trajîk îfade dikin. Eger heqaret hebe jî, berî her kesek ew xwe bi xwe jî heqaret dikin, jiber ku ew bi xwe jî romannivîser in. Yanê Romana Kurd hîna di asteke ne bilind de be, berhemên wan jî di nav vê astê de ye.

Îbrahîm Seydo di nihêrînên xwe de cîh dide bêmantiqî û lawaziya hin berhemên nivîskarên Kurd û ev yek bi serê xwe tenê jî xizmeteke mezin e. Diviyabû spasî pê hatiba kirin, ne heqaret.

Lê rastiyeke din heye; kesên ku îro di Romana Kurdî de hatine binavûdenkirin, bi rastî ji gelek layan ji sewiyeya Mehmed Uzun hîna gelek nizmtir in. Her çi qas di hin peyvên xwe de navên xwe bi wî re derbas dikin, ev yek bes rewþa wan ya psîkolojîk dide diyarkirin. Jixwe di van rojên dawî de fûryayeke wergerandina berhemên xwe bi Kurdî rû daye, ev yek bi xwe jî dikare rewþa Romana Kurdî aþkere bike. Yanê ew kesên xwe romannivîserên Kurd dihesibînin, di binê kompleksa nivîskariya Tirk de dipelixînin û mîna ku li gel wan xwe bidin xûyakirin, berhemên xwe werdigerînin Tirkî. Berê çend salan wan bi xwe jiber vê helwestê Mehmed Uzun rexne dikir. Lê niha çi bi wan hat? Bi rastî ev tesbît jî rast e, jiber ku nikarin berhemên bi hêz bihafirînin, dixwezin bi cîhgirtina ji þûna Uzunê rihmetî xwe di rojevê de bigrin. Belê ev yek jî dikare bihête fêmkirin,  rewþeke îhtiyadî ya mirovbûnê ye, lê ne helwesteke nivîskariya xurt e. Belkî jî ji hêza Romana Kurd bi þik in û dixwezin bi vî aweyî xwe bidin tatmînkirin. Lê ev helwesta dawî ya nivîskarên Kurd (ewên ku romanên xwe bi Tirkî didin wergerandin) analîzên Bavê Nazê û Îbrahîm Seydo seranser rast derdixîne.

Hemin ev mijar wê demeke din bihête gengeþî kirin. Lê bi rastî wekî zimanparêz û wêjehêzek miletê xwe, ez bi navê xwe hêvîdar im ku asta vê gengeþiyê nehête xistin û bi rengekî dilsozane û her wisa bi rêbazeke zanistî ev mijar bihête þêrovekirin. Pirsgirêkên kesayetî û  hêriþên ji egoîzmê avzê dibin nekevin pêþ nihêrînan, da ku Romana Kurdî ji vê yekê faydeyeke ber bi çav werbigre. Bi taybet hêriþkirin û rûreþkirinên bê sedem û bê wate, peyvên bê ser û ber vê gengeþiya girîng û pêwîst nelewtîne.

Di dawiyê de dixwezim diyar bikim ku yên di vê gengeþiyê de dest davêjin karê bêkêr û parastina kesayetiya xwe û têrkirina egoîzma xwe dixin pêþ her tiþtî, ew kes in ku bi rastî ji berhêmên xwe ne bawer in û her wisa ew cîhê ku niha dagir kirine ne mafê wan e. Kesên ku bê ked û bê maf  bi nav û deng bûne, ji vê gengeþiya girîng nerihet dibin, ku „cîhê" xwe wenda dikin.

Bi rastî pêdiviya analîzên girîng heye û her çi qas bi zimanekî tund û pêdaçûyî jî hebe, her rexneyên analîtîk jibo nivîskarên Kurd û her wiha Romana Kurdî de dewreke heyînî bibîne. Qet nebe ez vê yekê di derbarê hewildanên xwe yên wêjeyî de wisa seh dikim.

Gelo qet aliyên neyînî ku bihêtin rexnekirin yên van analîzên birêz Bavê Nazê û Îbrahîm Seydo nîn in? Hemin hene û di beþeke din ya vê nivîsê de ez dê behsa wan jî bikim.

www.kurdistan-news.net

Dûmahîk heye

memo
rexne
"Lê ev yek nikare me bide îqnakirin ku berhemên rihmetiyê jî di asta cîahnê de ne".ji bo çi romanên rehmetî Mehmet Uzun ne di asta cihanê de ye.Lazime hun ji me re parve bikin.Gora min romanên Mehmet Uzun wek tarî mîna mirinê ronî mîna evînê,Hawara Dicle yê asta cihanê de ne.Tu bala xwe didî lehengên wî,zimanê wî û bin nivisên wî de meseleyeke dinirxine û ev mesele bi avayekî edebî ji me re parve dike.Rexneyên xwe bi rê ya edebî bikarbênîn.Rexneyên dijî rehmetî M.Uzun bi vî þeklî em qebûl nakin
13 Hezîran 2010 Yekþem Saat 11:47

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere