FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Demhat Dêrikî
demhatderiki@hotmail.com
Gelo di nava Kurdan de rexne heye?!
16 Gulan 2010 Yekþem Saat 19:38

Bingeha hemû elternatîfan(afirandina dijber di warê erînî de)rexneye! Rexne li ser hîma xwe dîtinê tê avakirin. Bê xwe dîtin ew rexna tê kirin nagihê armanca xwe û heta dikarim bibêjim ew ne rexneye. Çi dema xwedîtin, xwenaskirin, xweafirandin û di nava vê bizavê de li hember kevniyê nûbûn afirî, wê demê rexne derdikeve pêþ. Bê goman ev jî, girêdayî; ji hemû berjewendiyên kesokî dûr, jibo berjewendiyeke giþtî xwe pêçana bi dilwêrekiya zanist, bi þêwaz û rêbazên têgihþtineke pir alî û rakirina civakê yan kesan di warê moral ve ye. Dema em berê xwe didin zaniyar û fîlozofên þoreþên ewrupî(di warê guhartina civakê de) di riya rexnê de qurbaniyên mezin dane. Lê, di civakê de raman û dîtinên wan bûne eltrenatîf,bûne avakirin.

Dema em berê  xwe didin þoreþên civakî, her þoreþek li dijî pergala civaka Kevin serî hildayî rexneke! Xweza jî wesaye, xudan vê guhartinê ye û di nava xwe de li ser dînamîkên hêza guhartina xwe

, her qonaxeke xwe rexneye ji qonaxa din re. Lê cudahiya di navbera xweza û civakê de kes hene, ew kesên di kestiya xwe de civaka nû ava dikin û di nava civaka Kevin de belav dikin ta digihin armanca xwe, anku çandeke nû, çandeke ji ya berê pêþketîtir, yan avakirina civakeke nû. Rastiya gelek serok û kesên bi navê pêxembertiyê xwe bi nav kirîn yan xwe nûnerê yezdan dîtin ev e. Lê di serdema ku em îro têde dijîn kurd,(ez behsa nivîskarên kurd dikim)dûrî vê rastiyê ne. Divê em xwe dûrî xwe nepxandinê û pesnan û zirtan bikin, divê em þojinê di çavê xwe re bikin û baþ xwe li ber neynika rastiya xwe, xwe bibînin. Lewre, gelek nivîskar û rewþenbîrên me di bin awiran re li xelkê dinêrin, bi serê lêvê diaxivin, felsefa pozbilindiyê (ji xwe li wan nayê)bikartînin û xwe li qatê herî bilind dibînin û xelkê li qatê herî jêr dibînin. Ev nefsiya pir xirab ji bindestiya wan tê. Rastî bêjim, hindek ji wan pergala ku Tirkan û Ereban ser wan dayî pêkînan, hemen tiþt îro li ser xelkê bi rêve dibin. Li vir em ê çawa bibêjin çanda rexnê di nava nivîskaran de heye? Hêj di mejiyê me de êlîtî, mirovatî, hevalê nêzîk..û yê ne ji partiya min be ez tu giringiyê nadimê heye. Heta îro em nikarin rexneke avakar li hev bikin û sedem jî; me hêj xwe wek laternatîf avanekiriye.

Rexne di nava kurdan de nîne, heta niha pirtûkeke bi zimanê kurdî(min nedîtiye, belê dibe bi erebî û tirkî hebe, lê ji min re bi zimanê biyanan ne giringe, lewre tu xizmeta wan zimana dike ne zimanê min)wek rexne nîne. Nexwe rexne li cem kurdan tê çi wateyê? Þer! Pesin dayîn!..û ev li gor têgeha rexnê ji rexnê dûre. Di nava me de; çavderxistin, zikreþî, ezezî û ger were xwestin gef jî tên bikarînan. Wek nimûna kekê Dilbixwîn Dara(ez ne parêzvanê wî me û her yek di dîtina xwe de azade)û Þivan Perwer. Gelek kesên din jî dibin qurbana hindek kesên din, anku hindek kes wan pivdidin û dinivîsîn. Ev tev ji rexnê û sinca rexnê dûrin. Nimûne; dema ez romaneke Helîm Yûsiv rexne bikim, divê ez peyv bi peyv, hevok bi hevok nasbikim, din nav de kûr biçim û jibo xizmeta romana kurdî ez bi xudanê romanê re bi rêz û di nava dilferehiyekê de hemû kêmasî li gel elternatîfên wan li ber rêz bikim û wî di nava dilxweþiyê de bihêlim. Anku, hemû riyên rexnê divê di xizmeta wêjeya kurdî de be. Lê, îro ya di navbera nivîskarên kurd de tê kirin dûrî vê rastiyê ye.

Rastî ev e; pêdiviya me bi rexnevanên ku nûbûn di kestiya xwe de avakirîn heye, pêdiviya me berhemên rexnê( ez bawerim kekê Ezîz Xemcivîn niha berhemeke wesa amade dike li gor ez nivîsandinên wî dixwînim)heye, lê bi zimanê kurdî. Divê çanda rexnê di nava me de were avakirin, jibilî vê avakirin nabe û wê kesek ji me nebêjê mastê min tirþe! Em jibîr nekin, sedeme herî sereke ku piraniya nivîskarên kurd dûrî hevin(gelek ji wan tên cem hev, lê dema radibn gora hev dikolin!)nebûna çanda rexnê di nava wan de ye.

Bawer Ronahî
Heke mirov bixwaze ku bibîne...
Hêjayê navwenda Remezan Alan kitêbek bi navê "Bendname" -ji Weþanên Avesta" da çapkirin ku hemû gotarên wî li ser rexneyê ne. Ango rexneya me kurdan jî heye helbet. Û ez jixwebawer dikarim bêjim ku Bendname rexneyek gelek serkeftî û objektîf e jî. Wekî -qaþo- rexneya H. Yûsiv an jî Îbrahîm Seydo DEVAVÊTIN nîn e. Herwiha gelek rexneyên Îbrahîm Seydo di cih de ne lê bi zar û zimanê xwe -mixabin- xwe ji aciziyeke ecêb nikare xelas bike. Axirkelam, rexneya me heye,Remezan Alan ne hindik e, bixwînin.
26 Tîrmeh 2010 Duþem Saat 03:27

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere