FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Têmûrê Xelîl
temur_xelil@hotmail.com
Qira ermenîyan, bêwijdanîya tirkan û helwêsta kurdan
20 Nîsan 2010 Sêþem Saat 14:17

Ez rind zanim, ku dewleta tirkan di hindava ermenîyan da gelkujî pêk anîye. Û bingeha zanebûnên min jî bi dehan pirtûk, belge, fîlmên dokûmêntal, gotarên bi zimanên ermenî, kurdî û rûsî ne, ku bêwijdanî û fesadîya tirkan îzbat dikin. Bi eynî cûreyî jî tirk qebûl nakin, ku di hindava ermenîyan da çend caran gelkujî pêk anîne, ji ber ku rastî ji wan hatîye veþartin, tu pirtûkek, gotarek, fîlmek, belgeyeke bi tirkî tune, ku ew wê rastîyê bizanibin. Hela di ser da jî, gelek ”nivîsên” tirkî hene, ku tirkan rûsipî derdixin. Di vê rewþê da kesên ne ermenî û ne tirk, ku dixwezin rastîyê bizanibin û bawerîya xwe ne bi ermenîyan tînin, ne jî bi tirkan, berê xwe didine nivîs, pirtûk, belge û fîlmên biyanîyan, di nav wan da yên konsûl û baylozên, ku bi salan li Tirkîyê kar kirine, rêwî û zanyarên biyanî, ku ew gelkujî li ber çavên xwe dîtine û derheqa wan da nivîsîne, û derdikeve holê, ku tirkan ser dereceya dewletê biryar kiribû ermenîyan kokbir bike û kir: ji dawîya sedsala 19an destpêkirî heta sala 1915an ya sedsala 20an weke mîlyon û nîv ermenî qir kirin.

Tirkan xên ji ermenîyan, herwiha kesên xaçparêz yên din jî qir kirine, wek aþûrî, sûryanî, gurcî û yên din. Lema jî di gelek nivîsan da ew qira dijî xaçparêzan tê hesibandin. Lê di rastîyê da, ew qira dijî kesên ne musulman bû, ji ber ku bi eynî biryara dewleta tirkan, gelek êzdî jî hatine qirê. Û ji êzdîyan yek ji ziyankêþê tirkan jî ez im. Derheqa qira êzdîyan da ezê li jêrê behs bikim.

Tirk çawa hovîtîyên xwe dikine situyê miletên din

Berî weke 20 salan ez çûme Qersê, min seredana bajarê ermenîyan Anîyê kir, ku tirkan di wextê da binecîyên wê qir kiribûn, bajar ji binî va hilweþandibûn û wisa wek kelefe hîþtibûn. Ez wê jî bêjim, ku ew yek ji paytextên Ermenîstanê bûye. Ji wan kelefeyan bîna ermenîyan dihat, li ser gelek kevirên xanîyên hedimandî xaç û herfên bi zimanê ermenî hebûn. Dû ra, dema ez bi rêberê xwe yê kurd, ku xelkê Qersê bû, ji wir derketine ser rê, çavê min li nivîseke bi tirkî ya li ser kevirê mermer ket, ku li ser rê danîbûn. Min ji rêberê hevalê xwe pirsî, ka li ser vî kevirî çi hatîye nivîsar, ewî ew nivîs ji bo min wergerand û got: li vir tê gotinê, ku ”me ev bajarê xwe wisa hilþîyayî hîþtîye, ku çûyî-hatî bibînin ka çawa ermenîyan ev bajarê me hilweþandine û revîne, çûne”.

A bi vî awahî jî tirk cihanê wisa didine bawerkirin, ku dagîrkarîya perçekî Kurdistanê (herwiha Ermenîstanê û Qibrisê jî) karekî heq e, lê gava kurd hewil didin axa xwe li xwe vegerînin, ew jî neheqî ye, sêparatîzm e, têror e.

Helwêsta Gulana Avci û berxweketina hinek kurdan

Van dawîyan bi saya serê helwêsta keça kurd, parlamentar Gulana Avci Parlamêntoya Swêdê qebûl kir, ku Tirkîye di hindava ermenîyan da gelkujî pêk anîye. Ango, Gulanê karek kir, ku perdeya ber rûyê tirkan diqelêþe û rûyê wan yê reþ di hindava ermenîyan da derdixe ber çavan. Sergirtî be jî, fikirek dixuliqe, ku eger miletek di hindava miletekî din barbarîyê dike, dikare wî karî dubare bike. Û tirkan ev yek îzbat kir: piþtî qirkirina ermenîyan wî karî di hindava kurdan da dimeþînin.

Û Gulana Avci di axaftina xwe da herwiha gotibû, ku hinek kurd jî tevî qirkirina ermenîyan bûne û ev di axaftina wê da fikira sereke nîbû. Û çend kurdên me destpê kirin di malperan da êrîþ birine ser Gulanê, ku çima wisa gotîye. Her kes zane, ku hinek begên kurdan bi helandayîna tirkan miletê kurd rakirine dijî ermenîyan û tevî qirkirina wan bûne û eva nayê veþartinê. Ew jî rast e, ku gelek begên kurdan, wek Murtulle begê Moksê, bi hezaran ermenî parastine, ji mirinê xilaz kirine.

Ya ecêb ew e, ku hinek kurdên din jî, wek doktor Nacî Kutlay, qebûl kirin, ku tilîya kurdan jî di nav qirkirina ermenîyan da heye (www.rojevakurd.com), Tosinê Reþîd ji wî jî derbaz bû û got: ”Fermanên êzdîyan piranî bi destên kurdên musulman pêk hatine” (www.yeziden.de , www.netkurd.com , www.rudaw.net), lê tu kurdekî êrîþ ne bir ser van herdu kesan.

Bi bawerîya min, kesên, ku dijî Gulana Avci derdikevin, yekser piþtgirîya sîyaseta Tirkîyê û tirkan ya berê jî, ya îro jî dikin û ji bo hinek heq-hesaban, xwe ber tirkan xweþ dikin.

Gelo kurdên musulman kurdên êzdî jî qir kirine?

Belê! Tilîya hinek kurdên musulman di vî karî da hebûye. Ew jî zêde ji dînê musulmanîyê tê. Wî dînî wisa kirîye, ku tirk û kurd di hêla dîn da ji malbetekê ne, lê kurdên musulman û kurdên êzdî di gelek waran da dijminên hev in.

Li Ermenîstanê berî çend deh salan gelek kurdên musulman hebûn. Hema bêje hemû jî bi sebebên cuda-cuda ji Ermenîstanê derketin. Hinek di rûyê wê yekê da, ku azirî ji Ermenîstanê derdiketin û beþek ji wan di gundên azirîyan da diman û bûbûne xizmên hev, ew jî derketin. Hinek ji dest rewþa aborî, wek ku gelek ermenî û kurdên êzdî jî derketin. Lê hinek jî heta niha mane, wek Kinyazê Hemîd, ku niha serokê komela kurdên Ermenîstanê ye. Kinyaz jî çend caran hewil da ji Ermenîstanê derkeve, lê ermenîyan ne hîþt. Dibêjin, ku ermenîyan ber derê wî nobedarî dikir, ku niþkêva þev bar neke, neçe. Û Kinyaz, ku kurdê musulman e, heta niha jî li Ermenîstanê, di nav dostên xwe yên ermenî da dijî. Eger wan deman jî, dema tirkan ermenî qir dikir û êzdî jî dabûne ber þûrên xwe û hinek kurdên musulman jî tevî qira êzdîyan bûn, kurdên musulman piþtgirîya birayên xwe êzdî bikirana, nehîþtana ew xwe li riya mihacirîyê bigirin, îro meyê behsa vê problêmê nekira. Çiqasî ez zanim, xênji Ebdilmecît begê, tu kesî êzdî ne parastin.

Nimûneyeke wê malbeta me ye, ku di salên 1820an da bi mecbûrî ji eþîra xwe – Rojkîyan, ji warê xwe – Bîtlîsê qetîyan, hatine navçeya Dîgorê, li qeza Qersê, paþê xwe avîtine ber bexþa Rûsîyayê. Heta sala 1915an jî li Dîgorê bi dehan gundên êzdîyan hebûn û niha li wir ne gundên êzdîyan mane, ne jî êzdî. Ma ew war ne Kurdistan bû, ne kurd lê diman? Ew ji wir jî revîne Ermenîstanê, lê ji pêþîyên me gelek îdî hatibûne qirkirin. Ew jî têr ne kir, kurdekî musulmanî dîndar Teyar beg, bi sedan çeteyên xwe va da dû me, hate Ermenîstana niha, kete gundên êzdîyan yên dora çiyayê Elegezê, ew jî dane ber þûrê Muhemmed.

Kurdan ermenî qir kirine?

Di pêwendîyên ermenîyan û kurdan da gelek rûpelên geþ hene û hinek rûpelên reþ jî hene. Çend begên kurdan yên serserî, ku musulmanên dîndar bûn, tevî qira ermenîyan bûn. Lê jimara begên kurdan, ku ermenî parastine, ji wana gelek zêdetir bûne.

Derheqa pêwendîyên ermenîyan û kurdan da nivîskarê ermenîyayî mezin Dêrênîk Dêmîrçyan gelek xweþ gotîye: ”Di pêwendîyên ermenîyan û kurdan da çi tiþtên baþ bûne, bi destê van herdu miletan bûye û çi tiþtên xirab bûne, bi destê dijmin bûye”.

Ermenî çawa lingê tirkan kirine soleke teng

Çend sed hezar ermenîyên cihanê wisa kirin, ku qedirê Tirkîyê li cihanê gelek ket. Welatên cihanê pey hev qebûl dikin, ku tirkan di destpêka sedsalê da biryara qirkirina miletekî daye û pêk anîye. Û di vî karî da hevgirtin û aqilmendîya ermenîyan nimûneyên jêhînbûnê û çavdayînê ne. Wana bi belgeyan îzbat kir, ku hatine qirkirin.

Gelo em di hêla hevgirtinê û yekîtîya milet da çi dikin? Ezê tenê du nimûneyên van du mehên dawî qewimî bînim: 1. di Newroza Dîyarbekirê da dibêjin mîlyonek kurd berev bûbûn û bi hezaran alên ji hev cuda hilgirtibûn, bi dehan sloganên ”bijî-bijî” avîtibûn û di nav wan alan da tu aleke Kurdistanê tunebûye û tu bangawazîyek wek ”bijî Barzanî” tunebûye. 2. van rojan weke 300 hezar kurd li Dîyarbekirê Mewlûd pîroz kir. Li vir jî tu alayeke Kurdistanê tunebû, lê alaya Felestînê û yên din hebûn. Yek ji bangawazîyan di pîrozkirina Mewlûdê da ha bû: ”Her bijî Muhemmed”, yeke din jî ha bû: ”Em ne kurd in, em muhemmedî ne!”.

Îcar piþtî van bûyeran ez ne dîndar bim jî, bi êzdîbûna xwe va zêde serbilind dibim. Ji ber ku gorî dînê musulmanîyê tirk ji bo kurdan helal e, ji ber ku herdu jî musulman in, lê êzdî ji bo kurdên musulman heram e, ji ber ku dînên wan ji hev cuda ne.

Gino LOBARO
GELEK SIPAS JI BO RAST NIVISEN WE
Birez Temure XELIL,
Ez we piroz dikim ji boy na nivisen we rast u agahdariyen we
Kurden Diyarbekire ji bo mihemed...mirov cava van bawer nake.
piraniya van a be kulturine u ango erebin sertn e U EREB PARASTIN

ji mera kurden bi xadane kultura bilind u yen rast- zane lazime , A la filistine ji me ra çi.?qor bi gore arafat sadam mac ne dikir u helebce ji nay e bira wan.., gelo bes nine. mihemediyen ji qurna 6 dan hetta iro qira kurda tinin ne bese......?

Silav u Rez
Gino
26 Nîsan 2010 Duþem Saat 20:23
selim temin
qira xacparesta timure xelil
beraye xelil ez muroveki karkerim delemin tesiye le destemin
penuse nagre ez kela dele wxe berejim le e wekete jemere her hebin
xwede u tawisi melk le pesta tebin eji heru dayim jetere duacime
ez dexwazim jeboyte helbesteke bejim
de beje de beje
xeribo debeje
leser halemin u xwe beje
xeribi ax ne te xemle
xeribiye axin xeste delemin
delemin bu helina berindara
ez nezanim kul u derde xwe jekere berejim
le dora xwe deles u delsewata nabinim
jeboyi beraye xelil selim temin celle almanya
21 Nîsan 2010 Çarþem Saat 12:31

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere