FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Silêman Azer
silemanazer@hotmail.com
Teyrê kelaþan
19 Nîsan 2010 Duþem Saat 13:14

 

  Ji bo nemir Rezo Osê di çilrojiya wî de

 

Teyrê kelaþan ew cûreyê firendeya ye ko bi þûn firendeyên dî de dije,ew bitena xwe nêçîrê nake û nikare bike,lê qûtê wî jibermayînên firende û laþên mirarbûyî ye,ango em dikarin bibêjin ko ew xwarinek e taze û paqij naxwe,her jibermayîn û kelaþên mirî û genî para wî ne,û bi vî rengî ew jiyana xwe dibûrîne.Gelo ew newêre bi xwe rev û nêçîrê bike,û ji keda xwe çêlîkên xwe xwedî bike,an jî ev karê wi ye dijiyanê de.

Çima ev gotar,bêguman ew ne li ser jiyan û pesnê vî firendeyî ye ,û ne jî ez dixwazim li ser sîkolociya tilûran binivîsim tevî ko ev nêzîkî karê min e jî.lê roja îro karê hinek nivîskar û nivîsandina kurdî nêzîkî jiyana vî firendeyî ye,çawa..?

Gelek ji nivîskarên me bûne teyrê kelaþan û çi cêyî ko ew zanibin kelaþek an hinek goþt li wir heye ew bi xwe jî li wirin,wilo bûye ko divê diher aheng û bîranînê de ew disînga civatê de bin û paybûna xwe biparêzin,û bêjin em her tiþtî dizanin û bêyî me nivîskariya kurdî tew nîne,û her cihê bidon em lê ditewiþin,û bere rojane bobelatek bê serê nivîskar û miletê kurd,mane ew me bilind dike û navê me bela dike bere bibe.

Mixabin ev sincê hinek ji nivîskarê kurd e vê demê,ew nikarin xwe biberhem û nivîsandinê xwe bilind bikin vêce li van aheng û bîranînan xwe vedihewînin,ji bo paraztina navê xwe.

Nivîskarin kurd hene ko ji boyî navê xwe amede ne her tiþtî bikin,û di dilê xwe de gelekî þadibin roja ko bobelatekê an jî mirina mirovekî navdar dibihîzin û ew ji xwe re dibêjin xwedê anî kuro de bajo.

Lê ev yek bêguman newilo bidestê hinek nivîskaran bitenê dibe,lê em rola hinek partiyên tevgera kurd jî jibîrnekin ko ew piþtgiriya van kesan dikin û roleke mezin dilîzin di vê diyardeyê de.Ez nizanim bêjim gelo ev rewþa awarte kê ji kê biriye, wan partiyan ev parçebûna nivîskaran birine nav xwe an jî berevajî nexweþiya xwe anîne nav nivîskariyê,û sed ji sedî ev yek bi lihevhatinekê dibe,her yek ji wan bivî karî berjewendiyên xwe yî taybet diparêze lê ne yê milet û nivîskariyê.Gelo ma aheng û bîranînên milet samanê kesekî,an partiyekê bi tenê ne,ev partî bi ahengên girêdayî bivê malbatê ve radibe,ya din bi yên partiya din ve radibe,û ev kes dibîne ev kar û aheng ji mafê wiye çênabe tu kes nêzîkayiyê lê bike....ht.

Mîna hinek partiyên tevgerê navê hinek ji nivîskaran bisedê gavan li pêþiya wan dibeze,û ew dikin ko hindik maye em bêjin ko komîta xelata (Nobilê) bêbextin ji ber ew vî kesî xelat nakin,ji ber navê wî dibeze û berhemên wî bizikve xwe li pey dikiþkiþînin lê nagihin navê wî,lê li aliyê din jî berevajî vê yekê heye.

Çima ev nexweþî dinivîkariyê û partiyên kurd de,çima ev diyarde ya kirêt û ne mirovane.

Tu kes nikare ciyê yê din bigre û li þûna wî rûne,her kesek û partiyek dikare bikarê xwe rabe û bikarê xwe mirovan nêzîkî xwe bike.Aheng û bîranîn yên miletin û ji mafê her mirovî ye ko ew bi vî karî rabe,û ji tu kesî kêm nabe.

Bêguman nivîskar biberhem û nivîsandinê xwe bilind dibe,û nivîsandina wî navê di aso nivîsandinê de bilind dike,ne têkiliyên malbatî û partî,û heger rojek bê wê diyar bibe bê çiqasî van kesan gunehkarî kirine dimafê nivîsandin û nivîskariyê de.

 

 

Q. Þ.
mexabin
her bijî hêja S. Azer, tu rast dibêjî, sed heyf û mexabin ko gelek nivîskar û rewþenbîrên partî û serokan derketine ser piþta me û qaþo karê kurdayetiyê dikin, lê ew bi xwe parastina serok û partiyan dikin. jixwe ji ber wê yekê helwesta rewþenbîrane ya di bercewendiya kurdayetiyê de nemaye, û ji ber wê jî em nema bipêþde diçin, em bi jimara partî û serokan bûne perçe werçe, mexabin ew guman dikin ko ew tenê xwediyê Kurdistanê ne û ew û tenê Kurdistanê rêzgar bikin..û hûn sax.
23 Nîsan 2010 În Saat 11:02

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere